ENKS li ser bûyera Zaxoyê daxwuyanî da: Bila her teref rêz li qanûnên Herêma Kurdistanê bigre
PeyamaKurd – ENKS ê êrîşa ser gundê Perex a Zaxoyê yê Herêma Kurdistanê ku duhî di êrîşê de 9 kes mirin û 29 kes birîndar bûn, daxwuyaniyekî da û bûyerê şermezar kir. ENKS di daxwuyaniyê de weha got:
“Em bang li temamê terefan dikin ku rêz li axa Herêma Kurdistanê û qanûnên herêmê bigrin û şerê xwe ji herêmê dûr bigrin.
Di 20 ê temmûzê roja çarşemê li bajarê Duhokê navça Zaxoyê li gundê Perexê, kesên ku ji Iraqê hatibûn geryanê, ciyê geryana wan ji aliyê Tirkiyê de hat topbaran kirin û di encamê de 9 kes can dan û 29 kes birîndar bûn.
Dirûv lê dixe ku ev êrîş weka êrîşên dinan li ser sînor ji ber operasyonên navbera PKK ê û Tirkiyê xelkê geştiyarî, bi êrîşan re rû bi rû maye.”
ENKS ê, ji ber ev êrîş demsala tûrîzmê û ewlehiya Herêma Kurdstanê kiriye hedefa xwe, êrîşê şermezar kiriye, bang li terefan kiriye ku rêz li Herêma Kurdistanê û yasayên Kurdistanê bigrin. Herêmê ji şer dûr bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin