Serkonsula Amerîkayê ya Bexdayê Alina L. Romanowski bûyera li Zaxoyê sermezar kir
PeyamaKurd – Serkonsula Amerîkayê ya Bexdayê Alina L. Romanowski, li ser êrîşa Zaxoyê ku 9 kes hatin kuştin û 29 kes birîndar bûn daxwuyaniyekî da û weha got:
“Washington vê bûyerê şermezar dike û kuştina sîvîlan nayê qebûlkirin. Washington destekê dide axa Iraqê.”
Li gor ragihandina baregeha musteşarê ewlehiyê yê netewî yê Iraqê Qasim Araci; îro bi serkonsula Amerîkayê yê Bexdayê Alina L. Romanowski re civiyaye. Di hevdîtinê de li ser êrîşa Tirkiyê ya ser Zaxo axifîne û Alina L. Romanowski ji bo mirovên qurbaniyên Zaxoyê sersaxiyê xwestiye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li ser mijarên herêmê û navdewletî axifîne û behsa girîngiya xwurtkirina têkiliyên navbera Amerîka û Iraqê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin