HDP li ser bûyera Parîsê daxwuyanî da: :Em texmîn dikin bê kî daye kirin”

23 December 2022 23:56 0 dîtin
HDP li ser bûyera Parîsê daxwuyanî da: :Em texmîn dikin bê kî daye kirin”

PeyamaKurd – Piştî li Parîsê êrîşê ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya û kiraatxaneya li hemberê wê ya di kolana Enghien de kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn, HDP a Awrûpayê daxwuyaniyekî da. HDP di ser hesabê xwe yê Awrûpa de daxwuyaniyê weha da:

“Em texmîn dikin kî vê êrîşa kuştinê daye kirin. Em bang li xelkê Kurd ê Awrûpa dikin ku em bi hevre bibin alîkar.”

Li ser mijarê dozgerê Parîsê Laure Beccauau got ku yek di beşa nexweşxanê ya hûrlênêriyê de ye û 2 jî dijwar birîndar bûne. Gumanbarê binçavkirî jî birîndare.

Beccuau, got ku gumanbar nasdikin û navekî şowenîste û wê weka kesên li pişt bûyerê yên ku bûyerê dane kirin, wê li ser wan şowenîstan hûr bibin û lêpirsînê bikin. Gumanbar salekî berê êrîşê ser kampekî koçberan jî kiribû.

Wezîrê karên hundir yê Fransayê Gerald Darmanin ragihand ku wê here ciyê bûyerê.