Herêma Kurdistanê li ser biryara dadgeha Parîsê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Li ser daxwaza hukumeta Iraqê, li dadgeha bazirganî ya Parîsê (ICC) di derbarê firotina petrola Kerkûkê ya ji bo di ser Tirkiyê de, di 23 ê adarê de biryarê dabû ku Tirkiye nikare bê îzna hukumeta Federal ya Iraqê ji Kurdistanê petrolê bikire. Li ser biryara dadgehê, wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxwuyanî da û got:
“Dadgeha Fransayê biryara ku di leha hukumeta Iraqê û li dijî Tirkiyê daye, wê ti bandorê li ser têkiliyên hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta federal ya Bexdayê neke. Ji bo li ser mijarê biaxifin û mijarê çareser bikin, em ê car din seredana Bexdayê bikin.”
Dadgeha navdewletî ya Bazirganî ya Parîsê di dawa ku Iraqê li dijî Tirkiyê dabû destpêkirin, Iraqê mafdar dît. Wezareta petrolê ya Iraqê biryarê bi dilxweşî pêşwazî kiriye û ragihandiye ku petrola ji Kerkûkê û Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyê, daye rawestandin. Wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi nivîskî mijarê weha ragihand:
“Di mehên dawiyê de hukumeta Herêma Kurdistanê bi hukumeta federal re di nav hevdîtinan de bû. Di encamê de, di mijarên budçe, petrol û xazê de her dû teref gihan peymanekî pêş peymanan. Ji bo parastina mafên qanûnî yên Herêma Kurdistanê, her dû teref gihane encamekî. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê hukumeta federal di nav têkiliyan de ne. Di seredana dawiyê ya serokwezîrê hukumeta federal de, lihev kirin ku pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareserkirin.
Di vê çarçoveyê de hukumeta Herêma Kurdistanê heya mafên xelkê Kurdistanê di çarçoveya qanûn de çareser bike, wê tewrê xwe bi Bexdayê re neguhêre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin