Îranê bi tohmeta dîmenên sewitandina Qûranê du kes îdam kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Îranê du kes bi tohmeta belavkirina dîmenên “şewitandina Quranê” û “sivikatiya li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed” hatine îdamkirin.
Weşana Mîzan a Desthilata Dadê ya Îranê, ragihandiye ku îro 8ê Gulanê sibehê du girtiyên bi navên Yûsif Mêhrdad û Sedrullah Fezlî Zareî bi hinceta “şewitandina Quranê” û “sivikatiya li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed” hatine darvekirin.
Yûsif Mêhrdad li bajarê Erdebîl ê li bakurê Îranê bi îdiaya “Rêveberê herî kêm 15 grûp û kanalên dijî olî yên bi navên cuda” hatibû girtin û sala 2021ê jî cezayê îdamê li ser hatibû sepandin.
Kesê bi navê Sedrullah Fezlî Zareî jî dîsa bi îdiaya ku li ser medya civakî bi rêya hesabên cuda “teşwîqkirina mijarên dijî îslamê, propagandaya li dijî îslamê û sivikatiya li tiştên pîroz” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Herdu girtiyên ku hatin darvekirin, di sala 2021an de cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn û sedema cezakirina wan jî belavkirina dîmên şewitandina Qûranê bûye.
Rêxistinên mafên mirovan hişyarî dabûn ku metirsî heye her du kesên ku ji bo odeyên takekesî yên girtîgeha Arakê hatine veguhestin werin îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin