Ji Swêd û Fînlandê 326 milyon euro alîkarî bo Ukraynayê

13 March 2025 19:14 0 dîtin
Ji Swêd û Fînlandê 326 milyon euro alîkarî bo Ukraynayê

PeyamaKurd - Wezîrê Geşepêdana Hevkariya Navneteweyî û Bazirganiya Derve ya Swêdê Benjamin Dousa ragihand ku ew ê 126.4 milyon euro alîkarî bidin Ukraynayê ji bo pêdiviyên mirovî û avadankirina dubare ya welat.

Dousa got: "Piştgirî bo Ukraynayê ne tenê hevgirtin e, herwiha bi ewlehiya Swêdê ve jî girêdayî ye."

Pakêta alîkariyê ya Swêdê, ku mezintirîn bernameya alîkariya sivîl e heta niha, dê ji bo avakirina dubare ya binesaziyê, paqijkirina mayinan û perwerdehiya karkerên tenduristiyê bê bikaranîn.

Herwiha Fînlandayê jî ragihand ku wê peymaneke hevkariya berevaniyê bi Ukraynayê re îmze kiriye û dê pakêteke alîkariya leşkerî ya bi nirxê 200 milyon euro bide wî welatî, ku tê de cebilxaneya topxaneyê jî heye.

Herdu welat, tevî nêzîkbûna di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî piştgirîya xwe ya bo Ukraynayê didomînin.