Almanyayê ji bo erdhejê 50 milyon Euro alîkarî da bakurê Sûriyê

21 February 2023 22:33 0 dîtin
Almanyayê ji bo erdhejê 50 milyon Euro alîkarî da bakurê Sûriyê

PeyamaKurd – Nûnerê Almanya yê Sûriyê ragihand, hikûmeta Almanyayê 22 milyon Euro alîkarîya din bo ziyandîtiyên erdhejê pêşkeşî rêxistinên li bakurê Sûriyê kiriye ku heta niha alîkarîya wan gihîştiye 50 milyon Euroyan.

Nûnêr Almanya yê Sûriyê Stefan Schneck ragihand, Almanya 22 milyon Euro pêşkêşî rêxistinin nehikûmî yên bi hawara ziyandîtiyên erdhejê ve diçin, kiriye.

Stefan Schneck got ku ew pere dê ji bo peydakirina xwarin, av, çadir û rakirina paşmahiyên erdhejê were xerckirin, herwiha ji bo peydakirina rûberekî ewle ji bo jinên ku ji erdhejê ziyan dîtine.

Schneck herwiha da zanîn ku alîkariyên wan ên mirovî ji bo ziyandîtiyên erhejê yên li Sûriyê zêde bûne û heta niha, wan 50 milyon Euro ji bo alîkariyê pêşkêş kirine û wê alîkariyên wan berdewam bikin.