Fransa ji bo mexdûrên erdheja Sûriyê 12 milyon Euro alîkarî dike

10 February 2023 00:10 0 dîtin
Fransa ji bo mexdûrên erdheja Sûriyê 12 milyon Euro alîkarî dike

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê bi nivîskî ragihand ku ji bo Sûriyên ku ji erdheja navenda wê Tirkiyê ye û jê  bandorê dîne, wê 12 milyon Euro bide. Di ragihandinê de weha hat gotin:

“Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên sîvîlyên civakî ku bi xelkê devera erdheja Sûriyê re dixebitin, wê di rêya wan de alîkarî bê kirin. Ji bo Neteweyên Yekgirtî (UN) 5 milyon Euro, ji bo rêxistinên Fransa û yên navdewletî yên ku di seha tenduristiyê, xanî, av, hijyen û anîtasyonê de dixebitin 5 milyon Euro û 2 milyon Eurojî ji bo xidayê wê bikarbînin.

Gelek welatên Rojava qebûl nekirin ku alîkariyê di ser hukumeta Sûriyê de bişînin. Karwanê Neteweyên Yekgirtî cara ewilî ye ku piştî erdhejê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe.