WHO: Hejmara mexdûrên erdhejê li Tirkiyê 15 milyon, li Sûriyê jî 11 milyon kes in...

12 February 2023 13:44 0 dîtin
WHO: Hejmara mexdûrên erdhejê li Tirkiyê 15 milyon, li Sûriyê jî 11 milyon kes in...

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku hejmara mexdûrên erdhejên navend Mereş ên 6ê Sibatê bi hêza 7,7 – 7,6 rû dane, li Tirkiye û Sûriyê gihîştiye 26 milyon kesan.

WHOyê ji bo hevkarî û alîkariya tenduristî ya ziyandîtiyên erdhejê bangeke lezgîn a komkirina alîkariyên bi nirxê 42,8 milyon dolaran da destpêkirin û ragihand, 15 milyon kes li Tirkiyê û 11 milyon jî li Sûriyê 26 milyon kesan ji erdhejan ziyan dîtine.

Li gorî WHOyê ji mexdûrên erdhejê 5 milyon bê parastin in û 350 hezar jî mirovên temen mezin û 1,4 milyon jî zêdetir jî zarok in.

WHOyê destnîşan kiriye ku ji ber hilweşîna nexweşxaneyan û sîstema tenduristiyê bi taybet li Sûriyê rewş girantir e û gihandina alîkariyan jî zehmet bûye.

WHOyê diyar kiriye ku rêxistinê roja Pêncşemê û Înê 72 ton hevkariyên tenduristiyê gihandine Tirkiye û Sûriyê daku di neşterên 120 hezar birîndaran ên lezgîn de bên bikaranîn.

WHOyê da xuyakirin ku ew li bendê ne roja Duşemê jî balafira sêyem a hevkariyan bigihe Sûriyê.