Li Tirkiyê hejmara bêkaran bû 4 milyon û 253 kes
PeyamaKurd – Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkriyê (TUIK) di meha Hezîranê de bêkarî ji sedî 13 zêde bûye û hejmara bêkariya li Tirkiyeyê gihîştiye 4 milyon û 253 hezar kesan.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê ragihand ku di meha Hezîranê de, bêkarî ji sedî 13 zêde bûye û li gorî heman meha sala derbasbûyî, 938 hezar kes bê kar mane û hejmara kesên bêkar mane gihîştiye 4 mîlyon û 253 hezar kesan.
Bêkariya kesên temenê wan di navbera salên 15-24an de 5,4% zêde bûye û bûye 24,8%. Rêjeya bêkariyê ya temenên 15-64 saliyan jî sedî 13,3 ye. Kesên ku bêyî misogerî dixebitin jî rêjeya wan bûye ji sedî 35,2.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin