Li Tirkiyê rêjeya bêkaran di salekê de milyoneke din zêde bû û 4.5 milyon

16 October 2019 10:08 0 dîtin
Li Tirkiyê rêjeya bêkaran di salekê de milyoneke din zêde bû û 4.5 milyon

PeyamaKurd – Li gorî daneyên TUIKê 27 ji sedê ciwanan li karekî digerin. Di nava salekê de milyoneke din zêde bû û ji 4 milyon û nîvan zêdetir bû.

Li gorî daneyên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) Rêjeya bêkariyê derket 13.9. Ji ber qeyrana aborî û şerî di nava salekê de 748 hezar kesên din bêkar man.

Parlementerê CHPê Faik Oztrak ragihand ku bi kesên ku demkî dixebitin, kesên ku dev ji peydakirina karekî berdane jî tev li rêjeye bibin li Tirkiyê rêjeya bêkaran digihîje 8 milyon û 112 hezar kesan.

Oztrak, “Di nava salekê de 748 hezar kesên ku berê dixebitîn bêkar man.”