Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê gihîst ji sedî 21.8an

10 November 2023 21:09 0 dîtin
Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê gihîst ji sedî 21.8an

PeyamaKurd – Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUİK), daneyê karkiran a Îlona 2023yan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî amarên TUİKê rêjeya bêkariya derveyî demsalê di meha îlonê de ji sedî 9.1 bûye ku pênc mehên sala 2023yan bêkarî li derdora wê rêjeyê de bûye.

Herwiha bêkariya ciwanan jî wekî 16.7 hatiye texmînkirin û bêkariya giştî ya li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ji 21.8 derketiye.

Li gorî pisporên aboriyê yên Tirkiyê ji ber zêdebûna enflasyonê û krîza berdewam dibe ku di sala 2024an bêkarî hîn zêdetir bibe.