Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji sedî 20an derbas kir

06 July 2022 19:50 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji sedî 20an derbas kir

PeyamaKurd – Li Tirkiye ku ev zêdetirî salekê ye rûbirûyî krîzeke aborî û enflasyoneke zêde bûye, rêjeya bêkariyê jî zêde dibe.

Saziya Kar û Xebatê ya Tirkiyê (ÎŞKUR) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara bêkaran meha Hezîranê 30 hezar û salane jî 617 hezar kes zêdetir bûye.

Li gorî amarên fermî, rêjeya bêkariyê li gorî meha Hezîrana sala borî %20,9 zêde bûye û hejmar gihîştiye 3 milyon û 568 hezar û 171 kesan.

Herwiha %51,1 ê bêkaran mêr in û %48,9ê bêkaran jî jin in û di meha Hezîran de 92 hezar û 623 mêr û 61 hezar û 414 jin bi tevahî 154 hezar û 37 kesan ji bo kar peyde bikin serî li ÎŞKURê dane.