Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ji sedî sed jî derbas kir
PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî yên derbarê bihabûna nirxê kelûpelan de hat eşkerekirin, rêjeya enflasyonê ya li Tirkiyê ji sedî sed derbas kir.
Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) rêjeya enflasyonê ya meha Çile û salane ya Tirkiyê eşkere kir. Li gorî amarên ENAGê rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê bûye sedî 114,87an.
Herwiha Saziya Amaran a Tirkiyê TUÎKê jî amarên dawî eşkere kirine û li gorî wê jê rêjeya enflasyona salane gihîştiye 48,69%î.
Li gorî van amaran li Tirkiyê krîza aborî mehane kûrtir dibe û nirxê kelûpelên jiyanî her diçe zêdetir dibe ku ev jî dibe sedema zêdebûna enflasyonê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin