'Ji ber pirsgirêkên teknîkî rêjeya dengdanê ji sedî 40 derbas nake'

08 October 2021 19:38 0 dîtin
'Ji ber pirsgirêkên teknîkî rêjeya dengdanê ji sedî 40 derbas nake'

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî, Dêdewan Xurşîd li ser dengdana taybet a Îro 8ê Cotmehê ya parlamena Iraqê ragihand, ji ber pirsgirêkên teknîkî rêjeya beşdariya di dengdana taybet de kêm e û got, heger Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, pirsgirêkên teknîkî yên dengdanê çareser neke, rêjeya dengdanê %40 derbas nake.

Dêdewan Xurşîd li Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, “Gelek pirsgirêk di pêvajoya dengdanê de hene ji ber ku makîneyên dengdanê di piştrastkirina agahiyên dengderan de dereng dimînin.”

Dêdewan Xurşîd got, dengdana li navendên dengdanê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 3 xûlekan dikişîne û di navendên taybet bi dengdana koçberan de jî, proseya dengdanê 6 xûlekan dikişîne.

Berdevkê Hêza Zêrevaniyê destnîşan kir, pirsgirêk di amûrên dengdanê de hene û hin amûr kartên dengdanê nas nakin û divê du sê caran kartê bixî nav amûrê daku piştrast bike.

Dêdewan Xurşîd got, “Em nizanin gelo sedema vê cîhazên bê qalîte ye an nejêhatîbûna karmendên komîsyonê ye.”

Dêdewan Xurşîd da  zanîn, “Pirsgirêka din ya herî mezin, pirsgirêka şopa tiliyan e. Amûr şopa tiliya dengderan qebûl nake. Em gelek bûyerên wisa dibînin.”

Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî destnîşan kir, heger ew pirsgirêkên teknîkî neyên çareserkirin, beşdarbûn dê ji sedî 40 derbas neke û got, “Em li bendê bûn ku 250 dengder di nav saetekê de deng bidin, lê kêmtirî 100 kesan deng didin.”