Rêjeya dengdanê li Duhok û Zaxoyê ji %60 derbas kir

20 October 2024 18:55 0 dîtin
Rêjeya dengdanê li Duhok û Zaxoyê ji %60 derbas kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya hilbijartinê li Rêveberiya Serbixwe ya Duhok û Zaxoyê ji sedî 65 derbas bûye.

Li gorî zanyariyan, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de li Rêveberiya Serbixwe ya Duhok û Zaxoyê ji sedî 65 e.

Li gorî statîstîkan, heta saet 16.30’an tevlîbûna dengdana giştî wiha ye:

Duhoka: 67.15%

Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê: %63

Semel: 80%

Akrê û Berderaş: %64,76

Amedî: 72.86%

Şexan: 69%

Bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, cîhazên ku di proseya dengdanê de tên bikaranîn, di saet 18:00an de bi awayekî otomatîkî rawestiyan û rapora elektronî ya hilbijartinên giştî tên amadekirin. Piştî vê yekê wê jimartina dengan bi destan destpê bike.