Dengdana ezmûnî ya li Duhokê serkeftî derbas bû
PeyamaKurd - Berpirsê Nivîsîngeha Duhokê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas, derbarê proseya dengdana ezmûnî ya hilbijartinê Parlamentoya Kurdistanê de daxuyanî da.
Xalid Ebas di civîneke rojnamevanî de li ser dengdana ezmûnî ya îro 12ê Tebaxê got, “Prosesa dengdana ezmûnî ji bo hilbijartinên Perlamena Kurdistanê li Duhokê serkeftî bû, di amûrên xwendina şûntiliyan, cudakirina dengan û şandina encaman de ti arîşe çênebûn.”
Xalid Ebas herwesa da zanîn, “Dengdana ezmûnî li parêzgeha Duhokê serkeftî bû, amûran karê xwe baş kiriye, encamên elektronî û destî wekî hev bûn.. Em li paşerojê dengdaneke berfirehtir dikin, bi rêya karmendên Komisyonê ku dibin dengder, herwiha em dê ji bo polîsan bingehên dengdanê vekin. Ji bo vê qonaxê, em ê bala xwe bidin ser parvekirina kartên biyometrî, ku dê heta roja 17ê Cotmehê berdewam be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin