Nêçîrvan Barzanî: Ez kêfxwesim ku dengdana taybet serkeftîbû
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema tevlîbûna hêzên ewlekariyê û awareyan ku bi awayekî serkeftî tevli hilbijartina taybet bûn, sipasiya wan kir. Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“ Ez kêfxweşim ku dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Ez spasî û destxweşî li beşdariya berfireh a Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û xwişk û birayên me yên aware dikim. Ez hêvîdarim ku dengdana giştî jî bi awayekî serkeftî û bê pirsgirêk here serî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin