Nêçîrvan Barzanî efûya taybet ji bo wan girtiyan derxist
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya lêborîna taybet de, biryarek ji bo serbestberdana 17 girtiyên nexweş ên rewşa tenduristiya wan xerab îmze kir.
Barzanî îro biryara jimare 336 belav kir û tê de efûyeke taybet ji bo hinek girtiyên Herêma Kurdistanê tê dayîn.
Berdevkê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab got, "Li gorî biryarê 17 girtiyên ku piraniya cezayên wan xelas bûne û rewşa wan a tenduristiyê nebaş e, wê bikevin çarçoveya lêborîna taybet."
Şahab got, "Komîteya avakirî lêkolîn li ser rewşa mehkûmên ku berê piraniya cezayên xwe derbas kirine, yên ku êdî metirsî ne û dikarin ji nû ve tevlî civakê bibin lêkolîn kir û ji ber vê yekê serbestberdana 17 ji wan pêşniyar kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin