Rêjeya bilindbûna enflasyonê ya Amerîkayê ji texmînan derbas kir
PeyamaKurd – Wezareta Kar a Amerîkayê rêjeya enflasyonê ya meha Hezîranê eşkere kir û ragihand, rêjeya salane ya enflasyonê ji sedî 9,1 zêde bûye.
Rêjeya meha Hezîranê ya enflasyonê li Amerîkayê texmînên dihatin kirin derbas kir ku dihat pêşbînîkirin %8,8 be.
Bi vî awayî enflasyon gihîşt lutkeya 41 salan li Amerîkayê ku dê ev bandorê li bazarên cîhanê jî bike û biryara Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) di civîna 26-27ê Tîrmehê de careke faîzê 75 pûanan zêde bike.
Bi rêjeya %9,1 ya enflasyonê re derketiye holê ku bihayên vehewandin, benzîn û xidayan di meha Hezîranê de li gorî meha Gulanê hîn zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin