Îran di bilindbûna rêjeya xwe ya enflasyonê de rekor sikand

25 September 2021 10:09 0 dîtin
Îran di bilindbûna rêjeya xwe ya enflasyonê de rekor sikand

PeyamaKurd – Li gorî Navenda Amar a rejîma Îranê, rêjeya enflasyona salane di meha Gelawêja sala 1400an de, gihîştiye bilindtirîn rêjeya xwe ya tomarkirî di 30 salên derbasbûyî de.

Di sala 1373an de, rêjeya enflansyonê li Îranê û Kurdistanê %49.9 hatibû ragihandin.

Navenda amara rejîma Îranê, rêjeya enflansyonê ji bo her malbateke Îranî %45.2 ragihandiye, ku li hember meha derbasbûyî %1 bilind bûye.

Li gorî amara rejîmê, rêjeya enflansyona xal bi xal a komî, tevahiya xwarinan, titûn û vexwarinan bi bilindbûna %1.5 gihîştiye bi %58.4 ê, lê rêjeya xal bi xal, di meha Gelawêja îsal de, gihîştiye bi % 44.2 , ku ew rêje rekordeke nû di dîroka aboriya rejîma Îranê de tomar kiriye û bilindtirîn rêjeya enflansyona salane di heyama sê dehikên derbasbûyî de tê hesab.