Rêjeya herî kêm a besdariya hilbijartinên Îranê hate tomarkirin: Kurdan boykot kir

30 June 2024 09:46 0 dîtin
Rêjeya herî kêm a besdariya hilbijartinên Îranê hate tomarkirin: Kurdan boykot kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di hilbijartinên serokomariyê yên Îranê de, rêjeya beşdariyê ji 1979an ve di asta herî kêm de pêk hatiye û rêjeya dengdanê ji sedî 40î derbas nekiriye.

Di hilbijartinên serokomariyê yên piştî mirina Îbrahîm Reîsî de ku salek berîya dema xwe hatin kirin de, Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 40 e ku ev reqem ji sala 1979an şoreşa îslamî ya Îranê ve rêjeya herî kêm e.

Herwiha cara yekem e ku hilbijartinên Îranê dimînin gera duyem ku wê Mesud Pezeşkiyan ê 10 milyon û 415 hezar û 191 deng wergirtine û Seîd Celîlî yê 9 milyon û 473 hezar û 298 deng standine 5ê Tîrmehê cardin bikevin pêşbirkê.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Sistan Belûçistanê jî hilbijartin hatin boykotkirin xelk neçû ser sindoqan.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê hilbijartin a serokomariya Îranê wekî şano bi nav dike.

Li gorî amarên medya Îranê li parêzgeha Sine, Têhran û Sîstan û Belûçistan, Xuzistan û Gîlanê beşdariya hilbijartinan %23 kêmtir bûye.