Komisyonê rêjeya besdariya hilbijartinên Kurdistanê eskere kir
PeyamaKurd – Komîsyona Hilbijartinan ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji sedî 72 bûye. Parêzgeha ku herî zêde beşdarî hilbijartinê bû dîsa Duhok bû.
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ya Iraqê Neberd Omer derbarê encamên hilbijartinê de daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Omer anî ziman ku pêvajoya hilbijartinê bi serkeftî bi dawî bû û got ku di pêvajoya dengdayînê de pirsgirêkên teknîkî yên biçûk rastî mudaxeleyê hatin.
Neberd Omer spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku ji bo serxistina proseyê piştevaniyê kiriye û diyar kir ku wê sindoqên dengdanê ji navenda komîsyonê ya li Bexdayê re bên şandin.
Neberd Omer diyar kir ku ji sedî 98ê sindoqan gihiştine komîsyona hilbijartinê.
Li gorî daxuyaniya komîsyonê rêjeya beşdariya hilbijartinan li seranserê Herêma Kurdistanê ji sedî 72 bûye.
Parêzgeha ku herî zêde beşdarî hilbijartinan bûye Duhok bû bi rêjeya ji sedî 78.
Rêjeya beşdariyê li Hewlêrê ji sedî 74 bû, li Silêmaniyê ji sedî 65 û li Helebce jî ji sedî 69 bû.
Neberd Omer jî diyar kir ku îtîrazên partiyan wê sibê heta danê nîvro bên qebûlkirin.
Ji bo hilbijartinên dewra 6’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ev nêzî 2 sal in tên paşxistin, îro gel çûn ser sindoqan.
Di hilbijartinên bi serpereştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hezar û 191 namzed, ku 368 jin di nav wan de ne, ketine hevrikiyê.
Di Parlamentoya Kurdistanê de 100 kursî hene ku 5 ji wan kota ji bo Tirkmen, Mesîhî û Ermeniyan hatine veqetandin.
Di proseya dengdana taybet a roja Înê de ku tê de 215 hezar û 960 hêzên ewlehiyê beşdar bûn, rêjeya beşdariyê ji sedî 97 hat bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin