Tirkiye | Pêsbîniya nirxê dolar û rêjeya enflasyonê ya sala 2022yan hat eskere kirin

14 January 2022 18:26 0 dîtin
Tirkiye | Pêsbîniya nirxê dolar û rêjeya enflasyonê ya sala 2022yan hat eskere kirin

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê pêşbîniyên xwe yên ji bo heta dawiya sala 2022yan ên rêjeya enflasyonê û nirxê dolar li hember lîreyê Tirkî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Banka Navendî ew çaverê dikin heta dawiya sala 2022an rêjeya enflasyonê bibe %25.37 û nirxê dolar jî bibe 16.13 lîreyê tirkî.

Banka Navendî ya Tirkiyê, encamên “Rapirsiya Beşdarên Bazarê” ku bi nûnerên sektor û fînansê re kiribû eşkere kir.

Di encama rapirsiyê de hatiye çaverêkirin ku heta dawiya sala 2022yan enflasyon bibe %25.37 û dolar jî bibe 16.13 lîreyê tirkî.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyonê ya meha Kanûna 20221ê %36.08 eşkere kiribû. Herwiha Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) a Tirkiyê jî berevajî amarên TUIKê ragihandibû ku rêjeya enflasyona mehane ji sedî 19.35 û ya salane ji sedî 82,81 e.