Tirkiye | Pistî hilbijartinan cara duyem faîz hat zêdekirin, nirxê lîre li hember dolar neguherî!
PeyamaKurd –Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) ku mehek berê jî ji bo sererastkirin û kêmkirina bandora krîza aborî ya heyî faîz zêkiribû, îro 20ê Tîrmehê careke din faîz zêde kir.
Desteya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê piştî civîna bi serokatiya Seroka Banka Navendî Hafize Gaye Erkan û biryara xwe ya faîzê îro Pêncşemê eşkere kir û ragihand, rêjeya faîzê ji %15 bo %17,5an hatiye bilind kirin.
Aborînasan hêvî dikir ku faîz 500 pûanan anog bi rêjeya 5 were zêdekirin, lê 250 pûan ango 2,5 hate zêdekirin ku li gorî nirxandinan ev zêdekirina rêjeya faîzê têra daxistina nirxê pereyên biyanî li hember pereyê Tirkî nake.
Piştî eşkerekirina rêjeya faîzê nirxê lîre li hember dolar neguherî û dolar kêm nebû.
Banka Navendî ya Tirkiyê 22ê Hezîranê rêjeya faîzê ji %8,5 bo %15an bilind kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, beriya hilbijartinan digot, ew dê faîzê bilind nekin, lê piştî ku Mehmet Şimşek bû Wezîrê Xezîne û Darayî li ser bilindkirina faîzê razî bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin