Pistî 1995an cara duyem NASA ji Awustralyayê roketan disîne fezayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Ajansa Feza û Asmanî ya Amerîka (NASA) piştî sala 1995an cara duyem, çalakiyeke pekandina roketan bo fezayê pêk tîne.
Li gorî nûçeya The Sydney Morning Heraldê Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albenese, bi vê projeya ku 3 roket bi hev re têne pekandin, wê sektora fezayê ya Awustralyayê ensdustriya gerdunî û herêmî bîne gel hev û bigihîne qonaxeke nû.
Hat ragihandin ku di xebata şandina roketên bo fezayê de, 75 karmendên NASAyê wê li Awustralyayê bin û bi wan roketên bêne şandin jî bandora ronahiya stêrkan li ser gerstêrkan û atmosferê bê lêkolînkirin.
Pekandina roketan ji navenda Fezayê ya Arnhem 26ê Hezîranê dest pê dike û 12ê Tîrmehê jî bidawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin