Tirkiye | Pistî hilbijartinan cara çarem rêjeya faîzê hat bilindkirin
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê cara çaremîn rêjeya faîzê hate bilindkirin.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro 21ê Îlonê rêjeya faîzê ji sedî 25an derxist ji sedî 30yî ku piştî hilbijartinan cara çarem e faîz tê bilindkirin.
Desteya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê, rêjeya faîzê 500 pûan zêde kir û ji sedî 25an ji bo ji sedî 30ê hat bilindkirin.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê, 22yê Hezîrana 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 8.5an bo ji sedî 15an, 24ê Tebaxa 2023an jî rêjeya faîzê ji sedî 17,5an ji bo ji sedî 25an bilind kiribû.
Bi giştî piştî Gulana 2023yan cara çaremîn faîz hate bilindkirin ku herî dawî 23yê Sibata 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 9an ji bo ji sedî 8.5an hatibû kêm kirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinan li dijî bilindkirina faîzê derdiket û ayeta Nas wekî helwesta xwe ya dijî faîzê nîşan dida, lê belê piştî hilbijartinan polîtîkaya xwe ya aboriyê yekser guherand û Mehmet Şîmşek wek Wezîrê Xezîne û Darayiyê anî ser kar û razî bû rêjeya faîzê were bilindkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin