Tirkiye pistî boykota sê caran îro ji nû ve tevlî dewriyeya hevbes a Rûsî bû
PeyamaKurd - Piştî ku ji ber dubendiyên bi Rûsya re û rewşa Idlibê artêşa Tirkiyê 3 caran beşdarî dewriyeya hevbeş ya ligel polîsên leşkerî yên Rûsî li Rojavayê Kurdistanê nebû, îro ji nû ve hêzên tirk beşdarî dewriyeya hevbeş bûn.
Di demeke ku heyeta Tirkiyê ji bo Idlibê li Moskowê ye, dewriya hevbeş piştî betalkirina sê caran pêk hat.
Dewriye ji gundê Şirik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê ve çû ku du helîkopterên Rûsî jî beşdarî dewriyê bûn.
Dewriye li gundên Îbrahîmiyê, Hilêwa, Feqîra û Eradî geriya û piştre vegeriya gundê Şirik û piştî dewriyê hêzên artêşa Tirk derbasî xaka Tirkiyê bûn û yên Rûsî jî vegeriyan Qamişlo.
Dewriyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya peymana Soçî ya 22yê Cotmeha 2019an de pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin