Li Tirkiyê rêjeya enflasyona ser hilberînê ji sedî 123 derbas kir

03 March 2022 15:53 0 dîtin
Li Tirkiyê rêjeya enflasyona ser hilberînê ji sedî 123 derbas kir

PeyamaKurd – Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) û Saziya Amaran a Tirkiyê rêjeyên dawî yên enflasyonê li Tirkiyê eşkere kirin. Li gorî ENAGê rêjeya enflasyona salane li gorî meha Sibatê gihîştiye %54.44an û rêjeya enflasyona ser hilberînê jî ji sedî 123yan derbar kiriye.

Li gorî amarên ENAGê meha Sibatê %4.81ê din li gorî meha berê enflasyon zêde bûye û enflasyona salane jî bûye %54.44.

Herwiha Saziya Amarên Tirkiyê (TUÎK) jî hevdem rêjeya enflasyona meha Sibatê û ya salane eşkere kir ku li gorî TUÎKê meha Sibatê %4.81 bilind bûye û li gor meha Sibata 2021ê jî salane enflasyon gihîştiye  %54.44an.

ENAGê rêjeya enflasyona hilberînê ya giştî ya salane jî %123.80 eşkere kiriye. Li gorî nirxandinên aborîzanan ev rêjeya enflasyonê tê wateya ku wê rojên pêş bihabûneke zêde li ser kelûpelan pêk were.