Li Tirkiyê enflasyona salane gihîst rêjeya 20 sal berê
PeyamaKurd – Amarên rêjeya enflasyona bihayiyê ya Tirkiyê hatin eşkere kirin.
Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Nîsana îsal de rêjeya enflasyona bihayiyê ji sedî 7.25 bilind bûye û enflasyona salene jî gihiştiye ji sedî 69.97an.
Herwiha hevdem Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku serbixwe ye amarên xwe yên meha Nîsanê belav kirin.
Li gorî amarên ENAGê rêjeya enflasyona bihayiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Nîsanê de ji sedî 8.86 bilind bûye û rêjeya enflasyona salane jî bûye %156.
Ev rêjeya enflasyonê ya hatiye eşkerekirin, rêjeya herî bilind a 20 salên dawî ye li Tirkiyê ku ev dibe nîşaneya kûrbûna krîza aborî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin