Serokê Fransayê: Em ê 300 milyon Euro alîkarî û alavên leskerî bidin Ukraynayê

25 February 2022 15:06 0 dîtin
Serokê Fransayê: Em ê 300 milyon Euro alîkarî û alavên leskerî bidin Ukraynayê

PeyamaKurd Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro di preskonferanseke hevbeş ya bi Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel û Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen re de axivî û diyar kir, ew ê belavkirina hêzên NATO li Romanya bileztir bikin û bi qasî 300 milyon Euro alîkarî û alavên leşkerî bidin Ukraynayê.

Emmanuel Macron îro li Brukselê da zanîn, ew ê bi qasî 300 milyon Euro alîkarî û alavên leşkerî pêşkêşî Ukraynayê bikin û cezayên tund li ser Rûsya bisepînin ku kesayetiyên Rûsî armanc bike.

Serokê Fransayê Emmnauel Macron eşkere kir, Putin dixwaze wan vegerîne serdema împaratoriyan û rûbirûbûnê û got, ew dixwazin belavkirina hêzên NATO li Romanya bileztir bikin.

Herwiha Macron rexne li prensîpên dualî yên Serokê Rûsya Vladimir Putin girt.

Seroka Komsiyona Ewropayê jî destnîşan kir, divê Putin bi ser nekeve. Ursula von der Leyen da zanîn,  Yekîtiya Ewropayê di şermazarkirina êrîşên ser Ukraynayê de yekgirtî ye.

Leyen diyar kir, pêwîst e Rûsya bê cezakirin û tekez kir ku pakêta wan yên cezayan amade ne.

Seroka Komsiyona Ewropayê herwiha destnîşan kir, pakêta nû ya cezayan, wê 70 ji sedî ji bazara bankî ya Rûsyayê bikin armanc bike.