Pistî Swêd Fînlandê jî got: Ew nabin endamên NATO
PeyamaKurd – Piştî biryara welatê Swêd ku ji ber şer û aloziya Ûkrayna-Rûsya paşde gav avêt û ragihand, ew nabin endamê NATOyê, Fînlandê jî biryar da ku ji ber rewşa xeter niyeta wan nîne bibin endamê NATOyê.
Serokomarê Fînlandê Sauli Niinistö, îro Yekşemê ragihand ku wê endambûna wan a NATOyê metirsiyên heyî yên li Ewropayê zêdetir bike, lê belê heger bibin endamê NATOyê jî hemû metirsî ji holê ranabin.
Sauli Niinistö got ku ji ber wan metirsiyan ew niha nafikirin bibin endamê NATOyê daku xeterî û metirsiyên ser Ewropayê zêdetir nebin.
Li gorî rapirsîneke televizyona dewletê ya Fînlandê ji sedî 62yê welatiyan piştgiriyê didin endambûna NATOyê.
Hêjayî gotinê ye, yek ji hinceta herî girîng a êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê îhtimala endambûna Ûkrayna ya NATOyê bû ku Rûsya bi tundî li dijî derdikeve û berfirehbûna NATOyê li nêzîkî sînorên welatê xwe red dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin