Tirkiyê ji Fînlanda û Swêdê radestkirina 33 kesan xwest!

29 June 2022 19:31 0 dîtin
Tirkiyê ji Fînlanda û Swêdê radestkirina 33 kesan xwest!

PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku wan bi tohmeta endamtiya rêxistinên terorê ji Swêd û Fînlandayê xwestiye, 17 endamên PKKê û 16 endamên FETOyê radestî wan bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag di Lûtkeya Navneteweyî ya Dezgeha Mafên Mirovan ya Tirkiye de li ser mijarê wiha axivî:

“Gelek endamên NATOyê demek dirêj e bi eşkere piştevaniya rêxistinên terorê dikin. hemû kes dizane ku YPG-PYD baskên cuda yên PKKê ne. Bi hezaran barhilgir alîkarî gihandin, rahênanê dikin. Niha rêkeftin hate îmzekirin û Tirkiye bicihkirina wê rekeftinê girîng dibîne.”

Bozdag diyar kir ew ê mekanîzmaya çavdêrî pêngavên bicihkirinê bişopînin û got: “Me hê berê ji Fînlanda daxwaza radestkirina 6 endamên PKKê û 6 endamên FETOyê kiribû, ji Swêdê jî me daxwaza radestkirina 11 endamên PKK û 10 endamên FETOyê kiribû. Di çarçoveya rêkeftina nû de em li benda bicihkirina daxwazen xwe ne.”

Hêjayî gotinê ye, doh 28ê Hezîranê di roja yekem a Lûtkeya NATOyê li Madrîdê de, Tirkiye, Swêd û Finlandayê belgeyeke hevtêgihîştinê îmze kirin û Tirkiyê astengiya li ber endamtiya her du welatan bo NATOyê rakir.

Li gorî nûçeyên belav bûne, di lîsteya ku Enqerê pêşkêşî Stockholmê kiriye de, 33 nav hene, piraniya wan Kurd in û yên din jî bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen in, lê piraniya wan kesan, welatiyên Swêdê ne. Heta ku di lîsteyê de navê Parlamentera Swêdî Emîna Kakabawe jî heye ku ew Kurdeke Rojhilatê Kurdistanê ye û ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne.