Dadgeha Bilind pistî 48 salan derbarê mexdûrên erdheja Licê de biryar da

21 April 2023 17:20 0 dîtin
Dadgeha Bilind pistî 48 salan derbarê mexdûrên erdheja Licê de biryar da

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) derbarê erdheja 6ê Îlona 1975an a navçeya Lice ya Diyarbekirê de, biryar binpêkirina mafê milkiyetê yê mexdûrên erdhejê da.

AYMyê piştî 48 salan ji ber xaniyên hezar û 44 welatiyan ên di erdhejê de hilweşiyabûn, nehatin çêkirin biryara binpêkirinê da ku divê li gorî vê biryarê zirarên welatiyan werin dabînkirin.

Gundiyên Şêxanê yê navçeya Liceyê ji ber zirara wan nehatibû dabînkirin û xaniyên wan nehatin çêkirin sala 2016an li 2yemîn Dadgeha Îdarî ya Diyarbekirê doz vekiribûn.

Di erdheja Licê ya 6ê Îlona 1975an ku bi hêza 6.6 pile rû dabû de, 2 hezar û 385 kesan can dabû, 8 hezar û 159 xanî yan hilweşiyabûn yan jî zerareke zêde dîtibûn ku dewletê qebûl kiribû zirara welatiyan dabîn bike.