Pistî 12 salan yekem serdana asta bilind bo Samê

15 February 2023 20:49 0 dîtin
Pistî 12 salan yekem serdana asta bilind bo Samê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî piştî 12 salên qutbûna pêwendiyên dîplomatîk bi rejîma Sûriyê re, cara yekem serdana Şamê dike.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, Sefedî ji bo felaketa erdhejê îro 15ê Sibatê berê xwe dide Sûriye û Tirkiyeyê ku bi mebesta piştevaniyê ev serdan tê encamdan.

Piştî biryara Komkara Erebî ya sala 2011an Urdin jî di nav de gelek welatên Ereb têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyeyê re qut kiribûn.

Lê belê di demên dawî de, pêwendiyên Sûriye-Urdinê di gelek waran de ji nû ve dest pê kirin ku Beşar Esed sala 2021an bi Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî Bin El Hisên re bi rêya telefonê pêwendî pêk anîbû. Piştre jî li ser asta wezîrên derve yên Şam û Emanê civîn hatibûn lidarxistin û sînor hatibûn vekirin.