Tirkiyê Amerîka jî di nav de deh welatên azadkirina Osman Kavala xwestin protesto kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê ji ber daxuyaniya balyozên 10 welatan a derbarê serbest berdana Osman Kavala de, gazî balyozên wan welatan kir û ew daxuyaniya wan protesto kir.
Tirkiyê, balyozên li Enqerê yên welatên Amerîka, Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Holanda, Swêd, Kanada, Norwec û Zelanda Nû ji ber daxuyaniya li ser doza Osman Kavala, bo wezaretê hatine gazîkirin.
Balyozên welatên navborî, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kiribûn ku doza derbarê Osman Kavala de, li dijî serdestiya demokrasî û hiqûqê ya li Tirkiyê ye û bang kiribûn ku Osman Kavala were berdan.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Hejmarek balyozên li Enqerê, doh bi şev li derveyî rêkarên dîplomatîk, daxuyaniyeke hevbeş dan û ew balyoz vê sibê bo Wezareta Derve hatin gazîkirin.”
Wezaretê got: “Ev daxuyaniya bêhed ku li ser pêvajoyeke hiqûqî ya ji aliyê darizandina serbixwe ve tê meşandin hatiye kirin, nayê qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin