DMMEyê biryar da: Tirkiye ji ber cezakirina peyva ‘Kurdistanê’ tezmînatê dide Osman Baydemir

13 June 2023 17:10 0 dîtin
DMMEyê biryar da: Tirkiye ji ber cezakirina peyva ‘Kurdistanê’ tezmînatê dide Osman Baydemir

PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME, derbarê cezayê ku li ser bikaranîna peyva Kurdistanê ji bo Osman Baydemîr hatibû dayîn de, biryara binpêkirina azadiya derbirinê da.

DMMEyê herwiha biryar da ku Tirkiye Osman Baydemir bi 16 hezar û 957 euroyan jî qerebû bike.

Sala 2017an dema ku Osman Baydemir Parlamenterê Rihayê bû li Parlamentoya Tirkiyê di axaftineke xwe de gotibû: “Ez weke zarokekî gelê Kurd, weke nûnerekî ji Kurdistanê hatime rola xwe wiha diyar dikim: Bila ev ban bibe banê hevbeş ê Kurd û Tirkan.”

Li ser ve axaftinê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê biryar dabû ku Baydemir beşdarî du civînên parlamentoyê nebe û ji mûçeyê wî jî 2 ji 3ê bê birîn.

Osman Baydemir, piştî ku Dadgeha Destûra Tirkiyê serlêdana wî red kiribû, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.

Di biryara îro ya DMMEyê de hatiye gotin, mafê azadiya raderbirînê ya Baydemir hatiye binpêkirin û dê Tirkiye 9 hezar û 750 euro tezmînata menewî, bi tevahî 16 hezar û 957 euro bide Baydemir.

Baydemir piştî biryarê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ev biryar di têkoşîna azadîya ramanê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Rûmeta rewa ya vê serkeftinê ya bi milyonan Kurd e ku ew Kurdistanê di dilê xwe de û xewn-xeyalên xwe de zindî dihêlin.”