DMMEyê Demirtas jî tê de ji bo 40 HDPîyan biryara binpêkirinê da: Wê Tirkiye 214 hezar Euro tazmînatê bide

01 February 2022 15:58 0 dîtin
DMMEyê Demirtas jî tê de ji bo 40 HDPîyan biryara binpêkirinê da: Wê Tirkiye 214 hezar Euro tazmînatê bide

PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Selahattîn Demirtaş û 40 parlamenter û rêveberên din ên HDPê ku sala 2016an piştî rakirina parêzbendiyê hatin girtin, biryara xwe eşkere kir.

DMMEyê biryar da ku  rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên HDPê binpêkirina Destûra Bingehîn û derbirina azadiyê ye.

DMMEyê herwiha ji bo her parlamenterekî HDPê yê parêzbendiya wî/ê hatiye betalkirin jî biryar da ku Tirkiye 5 hezar û 500 Euro tazmînatê bide.

Wê li gorî vê biryarê Tirkiye bi giştî 3 milyon û 232 hezar lîre ango 214 hezar Euro bide wan parlamenterên HDPê yên parêzbendiya wan hatiye betalkirin.