22 baroyan daxwaza bicihanîna biryara DMMEyê û berdana Demirtas kirin

25 December 2020 19:05 0 dîtin
22 baroyan daxwaza bicihanîna biryara DMMEyê û berdana Demirtas kirin

PeyamaKurd – Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku daxwaza demildest berdana Selahattîn Demîrtaş kir, deshilatiya Tirkiyê ya bi seroktiya Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku ew wê biryarê bicih nayînin û wan girê nade.

22 baroyên parêzeran ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz kirin, biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya demildest berdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş were bicihanîn.

Baroyên Diyarbekir, Wan, Riha, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Şirnex, Çewlig, Bedlîs, Dîlok, Colemêrg, Agirî, Semsûr, Qers, Mûş, Dersim, Stenbol, Yalova, Îzmîr, Edene, Bûrsa, Hatay û Enqerê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin, biryara DMMEyê yasayê Tirkiyê girê dide û li gorî hiqûqa navdewletî pêwîst e Demirtaş demildest were berdan.

Demirtaş ev 4 sal in ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin û li Girtîgeha Edirneyê dimîne.