Berpirsê AKPê: Divê ji bo Demirtas û Kavala rêbazeke bicihanîna biryarên DMMEyê bê dîtin!

22 March 2022 15:26 0 dîtin
Berpirsê AKPê: Divê ji bo Demirtas û Kavala rêbazeke bicihanîna biryarên DMMEyê bê dîtin!

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Hayatî Yazici, derbarê girtîmayîna Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala de û pabendnebûna Tirkiyê bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxuyanîyên girîng dan.

Hayatî Yazici li ser girtîmayîn û darizandina Kalava û Demirtaş ji rojnameya Hurriyetê re daye xuyakirin, divê rêbazek ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Ewropayê yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş de bê dîtin.

Yazici wiha axiviye: “Di demeke ku darizandin didome de rast nabînin biaxivim daku bandor li ser darazê çênebe. Lê tim min bi vê bawerî aniye. Tirkiyê darizandina li DMMEyê qebûl kiriye. Divê ji bo pabendbûna ligel biryarên DMMEyê formulasyonek bê dîtin.”

Hêjayî bibîrxistiyên Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û karsazê Tirk Osman Kavala tevî biryarên binpêkirinê yên DMMEyê jî ji girtîgehê nayên berdan ku Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan gelek caran di daxuyaniyên xwe de ew wekî terorîst pênase kirine û diyar kiriye ku ew biryarên DMMEyê nas nakin.