Wezareta Derve ya Almanya: Divê Tirkiye bilez Demirtas û Kavala berde

04 March 2021 17:14 0 dîtin
Wezareta Derve ya Almanya: Divê Tirkiye bilez Demirtas û Kavala berde

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Almanyayê li ser plana başkirina mafên mirovan li Tirkiyê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan du roj berê eşkere kiribû ragihand, di serî de pêwîste bi taybet Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û karsaz û çalakvanê tirk Osman Kavala, li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bilez werin berdan.

Wezareta Derve ya Almanyayê ji DWyê re daye xuyakirin, dozên salên dawî yên li ser muxalîfên deshilatdariya Tirkiyê û tawanbarkirina wan bi hincetên terorê gihîştine asteke metirsîdar.

Li ser plana Erdogan a mafên mirovan jî wezareta Almanî gotiye, Tirkiye hem berendamê Yekîtiya Ewropa ye hem jî endamê Komîsyona Ewropa ye û divê li gorî sozên di peymanên navdewletî de dane tevbigere û wan bicih bîne.

Wezareta Derve ya Almanyayê destnîşan kiriye, divê Tirkiye biryarên DMMEyê ‘derhal û bêkêmasî’ bicih werîne û bi taybet jî Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş bilez werin berdan.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê Almanya di civîna Yekîtiya Ewropa ya 9-11ê Adarê de, ji bo Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) cîbicî bike bi taybetî li ser mijarê kar bike.