Serokê Saadetê: Divê Demirtas û Kavala bên berdan

24 October 2021 17:01 0 dîtin
Serokê Saadetê: Divê Demirtas û Kavala bên berdan

PeyamaKurd - Serokê Partiya Saadetê ya Tirkiyê Temel Karamollaoglu got, divê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala serbest bên berdan û li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir, "Birêz Erdogan bila li raboriya xwe bifikire. Ji ber ku helbest xwend, ji siyasetê hat qedexekirin.”

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di bernameyeke televîzyoneke Tirkî de got ku Selahattin Demirtaş û Osman Kavala bi awayekî bêhiqûq di girtîgehê de hatine girtin û wiha bersiva pirsê da:

“Divê Selahattin Demirtaş bê berdan. Demokrasiyek wisa, dewleteke hiqûq a wisa nabe. Hûn dê mirovekî bigrin bavêjin girtîgehê. Dê bê beraetkirin, wexta ku tam serbest bê berdan, hûn dê dozeke nû vebikin û ji ber vê yekê wî bigrin. Bi wî awayî bi hiqûqê nayê lîstin, ti kes xêv nîne. Ma tiştek wisa dibe? Ma wê demê ev dibe hiqûq?

Bila birêz Erdogan li raboriya xwe bifikire. Ji ber ku helbest xwend, ji siyasetê hat qedexekirin. Ev qetilkirina hiqûqê bû. Niha gava yekî din bixweyne, dibêje `na heval min bi neyeteke baş xwend, ez dê we teva perîşan bikim.` Ma ji vê re edalet tê gotin? Dibe ku ez ji ber kirin, helwest, siyaseta wan kesek an partiyek nepejirînim, lê ez nikarim li serê hinek tiştan zêde bikim, wî bikim dijmin. Karê ku nekiriyê, gotinên ku negotiye nikarim jê re bikim delîl. Ji xwe pirsgirêka Tirkiyê li vê derê ev e. Eger birêz Erdogan vê yekê bibîne jî, ji nedîtî ve tê. Heta duh, ji ber ku rastî bêhiqûqiyê hat, hemû cîhanê da pişt xwe hat Tirkiyê, ket siyasetê. Ez ji bo Osman Kavala jî heman tiştî dibêjim. Divê Tirkiye pabendî biryara DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) be.”