Serokê Saadetê: Divê Kurdî li gorî daxwazên Kurdan bê pêsxistin
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) Temel Karamollaoglu li Stenbolê di bernameyeke taştê ya bo hilbijartinên herêmî de, li ser pirsa peyamnêrê K24ê Cesîm îlhan got, “Divê xwestekên bo Kurdî li gorî daxwaza Kurdan werin cîbicîkirin û pêşxistin.”
Karamollaoglu di bernameya nasandina namzedê partiya xwe yê şaredariya Stenbolê Necdet Gokçinar de bersiv da pirsên derbarê helwesta partiya xwe derbarê pêşxistina zimanê Kurdî û hilbijêrên Kurd de.
Serokê Saadetê bal kişand ser ku di heyama deshilatiya AKPê de bi vekirina TRT Kurdî hinek gav hatine avêtin û wiha got: “Divê xwestekên bo Kurdî li gorî daxwaza Kurdan werin cîbicîkirin. Pêdivî heye ku ev hinekî din bê bipêşxistin, divê wisa be.”
Karamollaoglu li ser nîqaşên bikaranîna peyva ‘Esil Kurd’ got, “Peyava esil Kurd carna min jî dixe zorê. Qey ji bo ku li wê herêmê hilbijêrên potansiyel hene wê peyvê bikar tînin. Helwesta me ew ku ji bo yekbûna hemû welatiyên ji her eslî yên vî welatî em hembêz bikin, vê cudabûnê ji holê rakin.”
Wî herwiha da xuyakirin ku di hilbijêrên Kurd de guherîn çêbûye, lê dema em diçin herêmê hilbijêrên Kurd hestiyarbûna wan li ser îslamê heye ku vê dawiyê ew helwesta wan hinekî guherî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin