Ji nû ve darizandina Osman Kavala hate redkirin

15 May 2024 12:16 0 dîtin
Ji nû ve darizandina Osman Kavala hate redkirin

PeyamaKurd - Serlêdana sêyemîn a ji nû ve darizandin Osman Kavalayê ku ji doza Parqa Geziyê 6,5 sal girtî û cezayê muebbetê lê hatibû birîn jî hat redkirin.

Di doza di derbarê 5 girtiyan de serok û endamên 13mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku di encama serlêdana parêzerê Kavala de biryara ji nû ve darizandinê dabû, duh hatin guhertin.

Pêvajoya nû bi serlêdana Parêzer Hîlal Zengîn a 30ê Avrêlê ya li 13mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi daxwaza ji nû ve darizandina Doza Geziyê bi redkirinê bi encam bû.

Piştî ku daxwaza ji nû ve darizandinê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin, parêzera Osman Kavala Hilal Zengin li dijî vê biryarê derket. Zengin, di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de anî ziman ku dadgerên ku di Doza Geziyê de biryar dane nikarin li ser daxwaza ji nû ve darizandinê biryarê bidin.

Zengîn di daxwaznameya xwe de xwest ku serok û endamên wê di komîteya ku wê daxwaza ji nû ve darizandinê binirxîne de cih negirin.

Ji aliyê din ve 14mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ev daxwaz guncav dît. Li gor vê yekê, biryar hat dayîn ku ji ber ku serokê dadgehê û endamek jî beşdarî dozê bûne, nikarin di lijneya ku wê li ser "serlêdana ji nû ve darizandinê" biryarê bide, cih bigirin.

Di heman demê de dadgehê, ji bo di derbarê dozê de biryar bide lijneyeke nû ava kir.

Tawanbarên Doza Geziyê bi angaşta "hewldana rûxandina hikûmeta Komara Tirkiyeyê û astengkirina erka wê" ku di xala 312. a Yasaya Cezayê ya Tirkiyeyê de tê binavkirin, bi cezayê girtîgehê hatinbûn cezakirin. Ji bo Osman Kavala cezayê muebbetê yê giran, ji bo tawanbarên din jî 18 sal ceza hatibû dayîn.

Piştî ku parêzerên Osman Kavala dozê birin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) da ku darizandinê rawestîne, DMMEyê biryar dabû ku Osman Kavala tavilê bê serbestberdan, lê belê Tirkiyeyê vê biryara DMMMEyê bi cih nehanî bû.