ENKS: Berpirsê girtina deriyê Sêmalka-Pêsabûr PYD ye
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser girtina deriyê sînorî yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, berpirsê girtina derî PYD ye.
Emîndariya Giştî ya ENKSê îro 22yê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand, PYD deriyê sînorî Sêmalka-Pêşabûr ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û berevajî berjewendiyên gel bi kar tîne û ew di ber girtina vî dergehî de berpirs e.
ENKSê daxwaz ji Amerîka û aliyên pêwendîdar kir ku bi erk û berpirsyaretiya xwe rabin û diyar kir, li ser vegera Sûriyê bo nava Komkara Erebî û asayîkirina pêwendiyan jî da xuyakirin, biryara dewletên Erebî wê bihêle ku rêjîm astengiyan li pêş hewlên siyasî bo bicihkirina biryara navdewletî ya jimar 2254 zêde bike.
ENKSê destnîşan kir ku tenê bi biryarên navdewletî krîza Sûriyê çareser dibe û got, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û federal, divê destûreke nû ya azadiyên bingehîn û demokrasiya hemûyan garantî bike û mafên netewî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê nas bike, hebe.
ENKSê li ser rewşa Efrînê jî diyar kir, pêwîst e Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Hikûmeta Demkî pabendî sozên xwe yên derbarê komkujiya Cendirêsê ya şeva Newrozê bibin, tawanbar werin cezakirin û bandorên wê werin çareserkirin û çekdar ji deverên niştecihbûnê bên derxistin, û şert û mercên ewle ji bo vegera koçberan bo malên xwe werin peydakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin