Zebarî: 154 ton alîkarî bo Rojava hatine sandin, lê girtina deriyê Sêmalka astengî çêkir

09 June 2020 15:04 0 dîtin
Zebarî: 154 ton alîkarî bo Rojava hatine sandin, lê girtina deriyê Sêmalka astengî çêkir

PeyamaKurd - Nûnerê Karûbarên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî ragihand, ji ber girtina deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşabûr ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, astengî li ber derbaskirina alîkariyên bijîşkî bo Rojavayê Kurdistanê çêdibin.

Zebarî da zanîn ku heta niha di çarçoveya hevkariyên bo rûbirûbûna koronayê de, bi giştî 154 ton alîkariyên bijîşkî û kelûpelan bo Rojavayê Kurdistanê hatiye şandin, lê ji ber ku Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka bi sedema metirsiya belavbûna koronayê girt, di şandina berdewam a alîkariyan de astengî çêbû.

Dîndar Zebarî bersiva raportên rêxistinên mirovî da û got: “Rojane hejmareke mezin ji welatiyan di deriyê sînorî yê Sêmalka re çûnûhatinê dikin, herwiha rêxistinên mirovî jî di wê riyê re kelûpel û hevkariyan derbas dikin. Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankariyê dike, lê piştî belavbûna vîrusa koronayê, di 1ê Adara 2020an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ew deriyê bi Herêma Kurdistanê re hate girtin, vê yekê jî heta radeyekê astengî durist kir, bi taybet bo gihandina kelûpelên bijîşkî ji bo rûbirûbûna Koronayê.”

Nûnerê Karûbarên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “Girtina wî derî, astengî li pêş rêxistinan durist kir, ji bo encamdana karên mirovî. Divê ev derî vebe, ji ber wê bi mîkanîzmeke guncaw di navbera aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmê û Rêveberiya Xweser biryar hat dayîn, heftane rojên Sêşemê derî bê vekirin, ji bo şandina pêwîstiyên mirovî û xwarekê, bi taybetî kelûpelên taybet bi xweparastin û encamdana testên vîrusa Koronayê.”

Dîndar Zebarî bal kişand ser rêxistinên beriya niha havkariyên bijîşkî gihandina Rojavayê Kurdistanê û got: “Hejmarek ji rêxistinên mirovî yên navdewletî bi hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarî gihandin Rojavayê Kurdistanê, ku ji kelûpelên taqîgeh û pişknînên Korona, derman û kelûpelên bijîşkî yên hawarhatina bilez, keresteyên tîşka di ser deng re, alîkariyên bo kesên temen mezin û kêmendaman û keresteyên pakirinê pêk hatibûn.”

 Dîndar Zebarî alîkariyên ku bi rêya dezgehên navdewletî bi ser Başûrê Kurdistanê de ji Rojavayê Kurdistanê re hatine şandin jî wiha anî ziman:

“Rêxistina MSF – Holland nêzîkî (50) ton derman. Rêxistina Bijîşkên Bêsînor a Hollandî nêzîkî (48) ton. Rêxistina MSF – Switzerland (1) ton. Rêxistina UPP Italian Organization zêdetir ji (5) ton. Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî (IRC Organization) zêdetir ji (9) ton. Rêxistina Barkopharma Company zêdetir ji (11) ton. Kompanyaya World Wide zêdetir ji (12) ton. Rêxistina Mintorî ya Brîtanî (357) K.G û (50) trumpa. Rêxistina Behr nêzîkî (3) ton. Rêxistina MDM zêdetir ji (2) ton. Kompanyaya American Power Gate nêzîkî (1) ton. Koma giştî ya van hevkariyan nêzîkî (154) ton kelûpel û keresteyên bijîşkî bûn.”

Zebarî li ser asankariyan bo dabînkirina kelûpelên bijîşkî li Herêma Kurdistanê û gihandina wan bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêxistinan ve got: “Ji niha ve qeyrana destxistina kelûpel û keresteyên bijîşkî yên taybet bi Koronayê li seranserî cîhanê bi Herêma Kurdistanê ve jî heye û rênimayên taybet jî derçûne bo vê mebestê, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgirî li ti rêxistinekê nekiriye bo dabînkirina wan, belkû gelek asankarî kirine, herwiha bac û risûmat jî ji rêxistinan wernagire, li hember gihandina wan kelûpelan bo Rojavayê Kurdistanê bi hevahengiya bi Wezareta tenduristiyê û Navxwe yên Hikûmeta Herêmê re û ew rênimayên taybet ji aliyê Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê der çûne.”