Rojava | Di çarçoveya efûyê de 1520 girtî hatine berdan

24 September 2024 19:43 0 dîtin
Rojava | Di çarçoveya efûyê de 1520 girtî hatine berdan

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya lêborîna giştî de ku li ser daxwaza rûspî û eşîrên ereb hatibû derxistin, heta niha hezar û 520 kesên bi tohmeta DAIŞê û tawanên cuda hatibûn girtin, hatine berdan.

Li gorî daxuyaniya  Encûmena Dadê ya Rêveberiya Xweser, piştî azadkirina hezar û 120 kesan, biryar e 400 kesên din jî bên azadkirin û hejmar digihîje 1520 kesan.  

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, 63 jin ji yasayê sûdmend bûne û 35 ji wan hatine azadkirin û biryar e yên din jî bên azadkirin.  

Encûmena Dadê eşkere kir, tawanbarên ku şer li dijî HSDê kirine û tawanên kuştin û sîxûriyê kirine, ji yasaya lêborîna giştî sûdê nastînin.