Wezîrê karên derve yê Fasê bi nûnerê Neteweyên Yekgirtî re mijara Sahra Rojava gotûbêj kir

09 September 2023 01:06 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Fasê bi nûnerê Neteweyên Yekgirtî re mijara Sahra Rojava gotûbêj kir

PeyamaKurd -  Wezîrê karên derve yê Fasê Nasir Burita bi nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Sahra Rojava bi Staffan De Misture re mijara Sahra Rojava gotûbêj kir. Di hevdîtinê de nûnerê daîmî yê Fasê yê di NY de Omer Hilal jî amade bû.

Wezareta karên derve ya Fasê (Mexrib) bi nivîskî ragihand ku wezîr Burita, li Fasê, li payîtext Rabatê bi Mistura re civiyaye. De Mistura, di çarçova gera xwe ya li ser Sahra Rojava ku Fas, Cezayir, Moritanya û Cepha Polisario eleqedar dike, dixwaze ji nûh de temaman bîne ser masê û di vê çarçoveyê de seredana Rabatê kiriye.

Wezîr Burita, ragihand ku di derveyê desthilata Fasê de ji bo Sahrayê ti çareserî tine. Mistura berya bi Burita re hevdîtin bike seredana Sahrayê kir, bi desthilatên xwecîh re, bi nûnerên rêxistinên civaka sîvîl re gelek civînan kir.

Di sala 1975an de Sahra Rojava koloniya Îspanyayê bû û piştî Îspanya jê vekişiya, Fas Sahrayê xist ser axa xwe. Dewleta Cezayîrê jî destekê da rêxistina POLİSARİO ku ji bo Sahra Rojava şerê serxwebûnê dide. POLİSARİO heya sala 1991an li hemberê Fasê şer dikir lê piştî NY ket navbera wan agirbesê îlan kirin. Li ser Sahrayê navbera Fas û Cezayîrê xweş nîne.

Esas axa Sahrayê du beşe û beşek ji axa Sahrayê dibişn destê Morîtanya de ye lewra mijar Morîtanyayê leqedar dike.