Wezîrê karên derve yê Cezayîrê bi nûnerê NY yê Sahra Rojava re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Yek ji pirsgirêka li seranserê dinyayê ya netewî pirsgirêka Sahra Rojavaye ku Sahra di navbera du dewletan de bûye du cîh: Fas û Morîtanya.
Fas û Morîtanyayê Sahra Rojava di navbera xwe de kirine du cîh. Di sala 1976an de dema Îspanya ji Sahrayê vekişiya, Fasê Sahrayê xist ser axa xwe û arîşeya netewî ya Sahrayiyan destpêkir.
Li ser perçekirina Sahrayê Neteweyên Yekgirtî ji bo çereseriya babeta netewa Sahrayê nûneran tayîn dike da navbeynkariyê bike. Nûnerê niha yê NY ji bo Sahrayê Staffan de Misturaye ku berê yê Sûriyê bû.
Îro wezîrê karên derve yê Cezayîrê Ahmed Attaf bi nûnerê NY yê Sahrayê bi de Mistura re hevdîtin kir. Hevdîtina wan li Cezayîrê çêbû. Wezîr Attaf hewlên sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres û de Mistura yên ji bo çareserkirina mijara Sahra Rojava bilind nirxand û desteka xwe daye.
Attaf, xwest xebatên tên kirin bibe çareseriya tayîna qedera xelkê Sahrayê û weha dewam kir:
“Her dû terefên şer, qraliyeta Fasê û Cepha Polisario, em hêvî dikin ku bê qeyd û şert di navbera wan de encam bide ku rêya muzakereyan di navbera wan de vebe. Mijara Sahra Rojava, bermaya herî dawiyê ya kolonyalîzmê ye û rizgariya netewiye û înşallah di çarçova qaîda Neteweyên Yekgirtî ya ‘tayînkirina qedera neteweyan ya xwe bi xwe’ de karibe çareser bibe.”
De Mistura, li ser mijara Sahra Rojava dixwaze Fasê, Cezayîrê, Morîtanyayê û Cepha Polisarioyê bîne ser masê û gera de Mistura di heman çarçoveyê de hat kirin. De Mistura bi îhtîmaleka mezin wê piştî Cezayîrê seredana Morîtanyayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin