Neteweyên Yekgirtî dest bi alîkariya Gazze û Serîa Rojava kir
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî beşa Bernama Xidayê ya Dinyayê (WFP) dest bi dana alîkariya xida û avê ya ku pêdiviya xelkê Gazze û Şerîa Rojava pê heye, kir. Alîkarî wê ji bo 800 hezar kesan be. Di mijarê de WFP ku navenda wê Romaye bi nivîskî weha got:
“Bernama Xidayê ya Dinyayê ya NY ji bo Gazze û Şerîa Rojava ew xelkê ku bi zahmetiyên nebûna xwarin û vexwarinê re rû bi rû ne, ji bo xwe bigihîne wan, dest bi operasyonan kiriye.”
NY bang kir ku ji bo alavên xidayê yên bingehîn herin Gazze û Şerîayê, wê korîdoran ava bikin û xwest ku kes bi alîkariyê mudaxele neke. Di daxwuyaniyê de weha dewam dike:
“WFP ji bo xwe bigihîne kesên pêdiviya wan bi xidayan heye, jê re fînansman lazim e. Ji bo rêvebirina alîkariyê, di nav 4 hefteyan de pêdivî bi 17.3 milyon dolarî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin